Jeneratorên li Hesekê ji ber kêmbûna mazotê rawestiyane

Jeneratorên li bajarê Hesekê ji ber kêmbûna mazotê rawestiyane. Hikumeta demkî para parêzgehê ya mazotê nedaye.

Jeneratorên li Hesekê ji ber kêmbûna mazotê rawestiyane
15 tîrmeh, 2026   15:02
HESEKÊ

Îro jeneratorên li bajarê Hesekê ji ber ku Komîteya Sotemeniyê mazot nedaye, rawestiyan. Komîteyê diyar kir ku hikumeta demkî para parêzgehê ya mazotê nedaye.

Ji rêveberên Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê Berzan Hac Mihemed diyar kir ku hikumeta demkî para parêzgeha Hesekê ya sotemeniyê nedaye.

Hac Mihemed diyar kir ku ew carinan belavkirina sotemeniyê radiwestînin da ku sotemeniya berdest bi wekhevî bigihêje hemû bajar û gundewaran.

Berzan Hac Mihemed ji ber kêmbûna sotemeniyê ji şêniyan lêborîn xwest û da zanîn ku li bajarê Hesekê bi qasî 500 jenerator hene.

(k)