Li parêzgeha Hesekê di mehekê de 77 qezayên motorsîkletan çêbûn

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku di mehekê de 77 qezayên motorsîkletan çêbûne, di encamê de 7 kes mirine û 78 kes birîndar bûne.

Li parêzgeha Hesekê di mehekê de 77 qezayên motorsîkletan çêbûn
15 tîrmeh, 2026   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku di navbera 15`ê Hezîranê û 15`ê Tîrmeha 2026`an de li deverên cuda yên parêzgeha Hesekê 77 qezayên motorsîkletan çêbûne û di encamê de 7 kes mirine û 78 kes birîndar bûne.

Li gorî amaran qezayên motosîklêtan wiha ne:

Qamişlo: 29 qeza; 26 birîndar û 1 mirî.

Dêrik: 7 qeza; 6 birîndar.

Çilaxa: 5 qeza; 4 birîndar û 3 mirî.

Tirbespiyê: 4 qeza; 4 birîndar.

Girkê Legê: 6 qeza; 7 birîndar.

Amûdê: 8 qeza; 11 birîndar.

Dirbêsiyê: 5 qeza; 8 birîndar.

Til Beyder: 3 qeza; 2 birîndar û 2 mirî.

Til Temir: 2 qeza; 3 birîndar û 1 mirî.

Hesekê: 7 qeza; 5 birîndar.

Rêyên navneteweyî: Qezayek; 2 birîndar.

(k)

ANHA