Konferansên sererastkirina komînan dest pê dikin

Di çarçoveya xebatên ji nû ve sererastkirin û rêxistinkirina komînan, wê di navbera 10 û 16’ê Tebaxê de li bajaran konferans werin lidarxistin.

Konferansên sererastkirina komînan dest pê dikin
24 tîrmeh, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28`ê Hezîranê de der barê xebatên komîn û meclisan de civînek li dar xistibû. Di biryarnameya ku piştî civînê hat belavkirin de, hat gotin ku divê xebatên komîn û meclisan ji nû ve werin nirxandin û ji bo sîstema civakî baş pêk were xebateke berfirehtir bê meşandin. 

Piştî biryara meclisê li hemû kantonan dest bi xebatan hat kirin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajar û bajarokan civînên komînan hatin lidarxistin û serdan hatin kirin. Derbarê ji nû ve avakirinê de agahdarî hatin kirin û plansazî hatin derxistin.

Ji bo jiyanîkirina biryaran di 17’ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê konferansek hat lidarxistin ku li ser erk û berpirsyariyên kadroyên netewa demokratîk nirxandin hatin kirin.

Di encama konferansê de biryar hat girtin ku li bajaran konferansên sererastkirina komînan bên çêkirin.

Ji bo meşandina amadekariyên konferansan jî, komîteyek  ji 11 kesan pêk tê hat avakirin.

Li gorî agahiyên ku Endamê Komîteya Amadekar Mihemed Ebdulrehîm dane ANHA’yê,  wê konferans li bajarên Dêrik, Til Koçer, Girkê Legê, Çilaxa, Qamişlo, Amûdê, Tirbesipiyê û Til Hemîs ên Kantona Cizîrê werin çêkirin.

Li gorî biryarê wê konferans di 10’ê Tebaxê de li Dêrik û Til Koçerê, 12’ê Tebaxê li Girgê Legê û Çilaxa, 13’ê Tebaxê li Tirbespiyê û Til Hemîsê, 14’ê Tebaxê li Amûdê bên lidarxistin.

Di konferansên bajaran de wê plansaziyên konferansên taxan jî werin derxistin.

Hat gotin ku dê rêveber û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Hêzên Parastina Cewherî, Kongreya Star û meclisan jî tevlî konferansan bibin.  

16’ê Tebaxê jî wê li bajarê Qamişlo konferansên komînan ên taxan werin destpêkirin.

Dê di konferansên taxan de xebatên komînan, pirsgirêkên derketine holê bên nîqaşkirin.

LI BAJAR Û KANTONÊN DIN JÎ WÊ KONFERANS ÇÊBIBIN

Hat diyarkirin ku dê di demek nêzîk de, li bajarên din ên Kantona Cizîrê û kantonên din jî bi heman armancê konferans bên lidarxistin.

ANHA