Li taxa Berzê ya Şamê mal tên hilweşandin

Piştî têkçûna dan û standinan di navbera parêzgeha Şamê û şêniyan de ji nû ve malên li taxa Berzê tên hilweşandin.

Li taxa Berzê ya Şamê mal tên hilweşandin
12 tebax, 2026   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgeha Şamê kiryarên ji nû ve hilweşandina mal û milkên li taxa Berzê dest pê kirin. Ev yek piştî dan û standinên di navbera parêzgehê û şêniyan de têk çûn pêk hat. Li hember vê yekê şênî bi hêrs in.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), saziyên ewlehiyê tevî alav û treksan ketin herêmê jêrî rêya sereke û dest bi hilweşandina malan kirin.

Parêzgeha Şamê li ser destûra dayîna dema mehekê ji bo danûstandin û sererastkirina rewşên milkan dabû şêniyan, bi şertê xebatên lêkirinê û muxalefetên nû werin sekinandin.

Meclisa Şêwirê ya Berzê bang li şêniyan kir ku xwe ragirin û ji rageşiyê bi dûr bikevin û daxwaz ji desthilatan kir ku ferqê bixin navbera muxalefetên nû, bazirganî û avahiyên kevin ên şênî tê de ne.

Ev yek ligel nebûna alternatîfên bicihkirina şêniyan û bilindbûna kirêyên malan e. SOHR’ê banga çareserkirina dosyaya muxalefetan bi rêya çareseriyên qanûnî û rêxistinî kir ku welatî ji pergendebûnê werin parastin.

(f)