Di hiqûqa herêmî û navneteweyî de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê - Sînan Cûdî

Pirsgirêka ziman, ji bo gelên ku mîna ‘civatên ku wesfên dewletê bi dest nexistine’ tê danasîn, bi taybet di hiqûqa navneteweyî de bûye pirsgirêkeke hebûnî. Derdora şeş hezar ziman li cihanê hene. Tevî ku ne ji aliyê kêm kesan ve tê axaftin jî, derdora sê hezar ziman wek zimanên fermî nehatine naskirin. Piraniya dewletan tenê zimanekî ku ji aliyê piraniya civakê ve tê axaftin wek zimanê fermî pejirandiye. Li seranserê cîhanê tenê nêzî 67 welat di asta neteweyî de ji zimanekî zêdetir wek zimanê fermî naskirine.

Di hiqûqa herêmî û navneteweyî de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê - Sînan Cûdî
21 sibat, 2025   10:49

Gava ku di perwerdeyê de cihê zimanê dayikê tê nîqaşkirin, hêja ye ku mirov balê bikşîne ser du têgînan. 

A yekemîn; perwerdeya bi zimanê dayikê û ya duyemîn jî fêrbûyîna zimanê dayikê ye. Têgîna destpêkê wek zimanê perwerdeyê bikaranîna zimanê dayikê îfade dike. Tê wateya ku beşek anku tevahiya dersên di zimanê kêmneteweyan de werin dayîn. Têgîna duyemîn jî, zimanê dayikê û wêjeya wê tenê bi rêya waneyên ku li dibistanan dikarin werin hilbijartin, digire nava xwe.

Li welatên ku zimanê duyemîn anku sêyemîn wek zimanê fermî nas dikin, perwerde ji pêşdibistanê heya zanîngehan bi zimanê dayikê tê dayîn. Lê belê li dewletên ku mafên kêmneteweyan dipejirînin, perwerdeyeke bisînor a tenê fêrbûyîna zimanê dayikê hildigre nava xwe. Li welatên ku bi yekdestdarî, li gor hakimiyeta yek neteweyê têne birêveberin, ne perwerdeya bi zimanê dayikê ne jî fêrbûyîna zimanê dayikê tê pejirandin.

Bê guman zimanê perwerdeyê tenê ne pirsgirêkeke perwerdehiyê ye. Zarokên ku nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin, di naskirina nasnameya xwe ya çandî û civakî de, di naskirina kesayeta xwe û pêşxistina rêzdayîna li beramberî xwe de, sûdwergirtina ji mafên ku jê re hatiye dayîn û ji aliyê tevlêbûneke bibandor a jiyana civakî û aborî de pirsgirêkan dikişînin. Lewma têkiliya zimanê dayikê û perwerdeyê, di heman demê de mijareke ku divê ji aliyê mafên mirovan ve jî were nirxandin.

MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DI BELGEYÊN NAVNETEWEYÎ DE

Tevî ku di benda 26’emîn a Danezana Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de di 1948’an de hatiye erêkirin, behsa mafê perwerdeya seretayî ya bêpere tê kirin jî lê der barê zimanê perwerdeyê û perwerdeya bi zimanê dayikê de tu destnîşanek tune ye. Lê belê di hin reşnivîsan de ku di pêvajoya amadekirina wê danezanê de hatine pêşniyarkirin, ev maf tê dayîn. Mînak; ‘kesên ku ji zêdehiya civakê, ji hêla nîjad, ziman anku ji aliyê ol û baweriyê ve cuda ne, ger bigihijin hejmareke watedar, wê demê dê mafê avakirina dibistan, saziyên çand û baweriyê û parastina wan were dayîn’. Ji ber sedem û hacetên ne di cih de ev pênase ji nava danezanê hatiye derxistin.

Salên peyre, di hevpeymana bi hejmara 107’emîn de ku di sala 1957’an de ji aliyê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ve hatiye weşandin, ji bo gelên xwecih behsa mafê perwerdeya bi zimanê dayikê tê kirin. Her wiha di xala 5’emîn a beşa 1/c a Peymana UNESCO’yê ya bi navê `Peymana Dijitiya Cudakariyê di Perwerdeyê de` (1960) ‘pênaseya faaliyetên perwerdeyê ya endamên kêmneteweyan’ tê ziman.

Lê di hemû beşên vê peymanê de zimanekî gelekî nediyar hatiye bikaranîn. Di vir de û di hemû peymanên NY’yê de têgîna ‘kêmnetewe’ nayê zelalkirin û dîsa di hemû belgeyan de ji dewletan tê xwestin ku mafê perwerdeya hemû hemwelatiyan bê parastin. Lê jixwe dewlet bi xwe fealiyetên perwerdeyê asteng dike. Di hin peymanan de jî dema behsa dibistanên kêmneteweyan tê kirin, dibêjin divê ew dibistan li gorî polîtîkaya zimanê wî welatî tev bigerin! Ev jî bi awayekî xwezayî cudakarî û bêedaletiyê zêde dike.

Em vegerin ser peymanên din;

Di xala 27’emîn a Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî ya NY’yê ya bi dîroka 1966’an de tê gotin ku `pêşiya jiyîna li gor çanda xwe û bikaranîna zimanê xwe ya kesên ku endamê zimanên kêmneteweyan in, nayê girtin.` Lê belê di wê peymanê de jî der barê perwerde û zimanê perwerdeyê de gotineke zelal tune ye.

Dîsa di xalên 13’emîn û 14’emîn ên Peymana Mafên Aborî, Civakî û Çandî de ku di heman salê de hatiye pejirandin, behsa mafê perwerdeyê tê kirin. Her çiqas di salên dawiyê de Komîteya Mafên Aborî, Civakî û Çandî ji welatên pêwendîdar re ji bo pêşxistina perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê pêşxistina perwerdeya zimanê dayikê hîn şîret dabin jî, lê di vê peymana de di vê mijarê de çi nêrîneke zelal û derbasdar nehatiye ziman.

Di peymaneke din a bi navê Peymana Nehiştina Her Cure Cudakariya Nîjadî de ku di sala 1966’an de hatiye pejirandin jî, cih ji perwerdeya zimanê dayikê re nehatiye dayîn. Lê li gorî raporên çavderiyê ya ku Komîteya Nehiştina Cudakariya Nîjadî ji salên 1990`î û vir ve belav kiriye, perwerdeya bi zimanê dayikê û zimanê fermî, bi gotineke din piştgirî û şîreta perwerdeya cotzimanî tê kirin. Di raporên ku di navbera salên 1995 û 2009 de hatine weşandin, ji bo welatên Meksîka, Rûsya, Polonya, Hollanda, Ermenistan, Slovakya, Kazakistan, Arjantîn, Venezuella, Fransa, Azerbeycan û Tirkiyeyê şîretên di vê derbarê de hatine kirin.

Di Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de (1989), di xala 29’emîn de tê gotin ‘... pêşxistina rêzgirtina ji bo nasnameya xwe ya çandî, ziman û nirxên xwe..’, di xala 30’emîn de tê gotin ku ‘di dewletên ku kêmneteweyên etnîk, bawerî anku kêmneteweyên zimanî yan jî ferdên xwecih lê hene, zarokên endamên wan kêmneteweyan anku yên gelên xwecih, tevî endamên din ên komên xwe re dikarin sûdê ji çanda xwe bigirin.. nabe ku ji mafê axaftina zimanê xwe bê par werin hiştin.’ 

Di beşa çaremîn a xala 4’emîn a Danezana NY’yê a Mafên Neteweyî, Etnîk, Bawerî û Ferdên Kêmneteweyên Zimanî de tê destnîşankirin ku ‘girtina tevdîrên guncav ji bo avakirina derfetên têrker a di fêrbûna zimanê dayikê de, an jî fêrbûna zimanê dayikê ji bo kesên endamên kêmnetew’. Dîsa tê gotin ku dewlet heta jê were ji bo kesên endamên kêmnetew zimanê xwe fêrbibin û di zimanê xwe de perwerde bibînin divê tevbirên guncav pêş bixin. Yanî di vê peymanê de roleke aktîf didin dewletê da ku di wê mijarê de berpirsiyarîya xwe bi cih bîne. Lê mixabin pêwistîyên vê peymanî jî wekî tê xwestin naye şopandin û pêk anîn.

PÎVANÊN SÛDWERGIRTINA JI HIQÛQA NAVNETEWEYÎ

Di tevahî belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî de pîvana bingehin ‘dewletên pêwendîdar’ e. Di wê wateyê de gel, civat, komên ziman û bawerî yên ku wesfên dewletê bidest nexistine, anku ji aliyê sazî û rêxistinên netewî, navneteweyî ve nehatine naskirin, di hiqûqa navneteweyî de cih negirtine.

Kurdên ku di nava Komara Ereb a Sûriyeyê de ku ji aliyê NY ve wek muxatab hatiye pejirandin de dijîn û duyemin gelê mezin ê vî welatî ne, di wê wateyê de li gor hiqûqa Navneteweyî wek aliyek nayê bidest girtin. Herwiha pêşî li daxwaziya Mafê Perwerdeya bi Zimanê Dayikê jî li gor hiqûqa vî welatî hatiye girtin. Ji ber ku li gor hukmên hiqûqî yên heyî (qanûnên Sûrî de) gelê Kurd ne di statuya ‘kêmnetewe’ de ye.

Di hiqûqa navneteweyî de hêmanên avaker a dewletê dema tê tarif kirin cih ji gelên xwecihî tê kirin. Anku gelên di berdewamiya dîrokî de ger li ser wê axê dijîn û ev bi belgeyan tê misoger kirin mafê wan heye ku di hiqûqa dewletê de cih bigirin. Gelê Kurd jî yek ji van gelanê ku di welatên ku lê dijîn de hêmane avaker in. Bi gotinekî din, gelekî ku xwedî berdewamiyek e, xwedî yekparebuyînek bênavber a dîrokî û xwecihî ye.

Lê belê Komara Ereb a Sûriyeyê Kurdan wekî gelekî xwecihî jî pênase nake. Ev bi salan e kurdên li vê welatî dijîn re ‘ecnebî’ tê gotin. Ev pênase jî xwe dispêre hiqûqa navneteweyî. Li gorî pîvanên hêmanên avaker a dewletan de şertekî bi tenê heye ku gelên xwecihî li dervayî hiqûqe dihêle. Ew jî ev e; ‘biyanî, wekê hêmanên avaker a dewletê nayên hesibandin’. Lewma Rejîma Sûrî Kurdên li vê welatî dijîn wekê ‘biyanî’ binavkiriye. Da ku rojekî ji rojan doza mafê xwe neke û tim xwe wekê xeribê vê welatî bibîne. Li gor van danasînan Kurd ne hêmanên avaker a dewletê ne ne jî wek kêmnetewek tên naskirin. Bêstatûbûna gelê Kurd bi têgînên hiqûqî jî hatiye misoger kirin.

ENCAM

Ger daxwaziya maf, buyîna alîyekî hiqûqê pêwîst dike wê demê divê di asta hiqûqî de ji bo buyîna aliyekî, rêgezên pêwîst ji bo kêmneteweyên etnîk, bawerî û zimanan ku li qadên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî derbasdar bibin. Hiqûqa heyî ya ku me li jor dest nîşan kiriye û balkişandiye li ser kêmaniyên wê, ger ji bo wê têrker nebe, wê demê divê rêzik û rêgezên hiqûqa navneteweyî bibe xwedî kirdarî ji hemû dewletên endam re. Herwiha mafê civatên ku wesfa dewletê negirtine, bi şêwaz û pênasekirina wan civatan a ji bo xwe ji nû ve werin avakirin.

Ji van têgeh, pîvan û qanûnan jî xuya dibe ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê ku naskirina sîyasî û civakî ya wê herêm anku welatî ne pêkan e. Bi taybet cihêkî wekê Rojhilatanavîn de. Lê ji vê axaftinê divê wateyeke ku Rêveberiya Xweser daxwaza ‘dewletekê’ dike neyê derxistin. Em dest nîşan dikin ku, rêgezên heyî ya hiqûqa navneteweyî di esasê xwe de ‘hiqûqa dewletan e’; divê netew anku civata neteweyan yên ku nebûne dewlet, yên ku dewleteke serbixwe nehilbijartine, bibin aliyekî hiqûqa navneteweyî.

Mafê Perwerdeya bi Zimanê Dayikê, mafê mirovan ê bingehîn ku li ser hemû rêzik û rêgezên hiqûqî de cih digre ye. Pejirandin û pêkanîna mafekî bi vê rengî, ji nîqaşên sîyasî re, ji astengên hiqûqî re mehkûm kirin, di serî de Neteweyên Yekbûyî û jêr rêxistinên wê, şermeke giran a hemû malbata mirovahîyê ye.

Zimanê kurdî yek jê zimanên herî kevnar û otantîk a dinyayê ye û bi mîlyonan mirov rojane zimanê Kurdî bi kar tînin. Bi boneya rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de em carekî din bang dikin ku divê zimanê kurdî were parastin û pêşxistin. Ji bo vê jî pêwîst e ji aliyê hiqûqa herêmî û navneteweyî ve weke zimanê perwerde û fêrkirinê were pejirandin. Ji bo vê divê her çar welatên ku Kurd lê dijîn de zimanê kurdî ji bo bibe zimanê fermî ya van welatan sazîyên pêwendîdar rola dikeve li ser milên wan gerek pêk binîn.