Li bajarekî Dera pevçûn rû da: Kuştî û birîndar hene

Li gorî malpera Dera 24, di encama gulebarana navbera ferdên komên herêmî yên ji şêniyên bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li bajarekî Dera pevçûn rû da: Kuştî û birîndar hene
28 sibat, 2024   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Dera 24 ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, ji nava kuştiyan Qasim El Tîbawî (El Zuxbî) û Mehmûd El Qehwecî hene û li gorî hin agahiyên din kuştî û 3 birîndarên din jî hene.

Çavkaniyna da zanîn ku El Tîbawî û El Qehwecî di nava komeke herêmî bi serkêşiya Xalid El Tîbawî de dixebitin. Ev kom girêdayî fermandarekî herêmî Xeldon El Bedêwî El Zuxbî bû ku demeke berê hatibû siûqastkirin.

Li Dera û gundewarên wê piştî lihevanînên 2018ˊan tevlihevî û bêîstîqrarî heye, di encamê de gelek rewşên qetilkirin û hedefgirtinên dualî yên komên çekdar rû didin.

(fr)