Îsraîlê pêşniyara DYA’yê ya agirbesta demkî qebûl kir

Îsraîl pêşniyara Amerîkayê ya ji bo agirbesta demkî li Xezeyê di Remezanê û Cejna Paskalyayê de qebûl kir.

Îsraîlê pêşniyara DYA’yê ya agirbesta demkî qebûl kir
2 adar, 2025   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi wezîrê parastinê, fermandarên hêzên leşkerî yên payebilind û endamên desteya diyalogan re civiya.

Piştî civînê Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Îsraîl dê pêşniyara nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff a ji bo agirbesta demkî li Xezayê di Remezanê û Cejna Paskalyayê de qebûl bike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin "Li gorî pêşniyarê, di roja yekemîn a agirbesta pêşniyarkirî de girtiyên din ên îsraîlî yên sax û yên mirovî yên li Xezayê werin berdan."

Her wiha hatiye destnîşankirin ku eger lihevkirineke daîmî li ser agirbestê çêbibe, dê koma duyemîn a girtiyên li Xezayê bêne berdan.

Steve Witkoff heya niha der barê mijarê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)