Îsraîlê noqteyên hêzên Şamê li Derayê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî êrişa moşekan a li dijî Colanê, wan binesaziya li Sûriyeyê bombebaran kiriye.

Îsraîlê noqteyên hêzên Şamê li Derayê bombebaran kirin
12 mijdar, 2023   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya “Haaretz” a Îsraîlê li gorî berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku wek bersivdayîna êrişa moşekan a li dijî herêma Colanê ya Sûriyeyê (ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye), balafirên şer ên artêşa Îsraîlê hin armancên li Sûriyeyê bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniya artêşê, Lîwa 112 MICA ya li derdora bajarê Newa yê li gundewarê rojavayê Derayê hatiye bombebarankirin.

Îsraîlê duh (11 Mijdar) jî bi 5 moşekan deverên li daristana Nafia û Sed Kewkeb yên li gundewarê rojavayê Derayê hedef girtin.

(c)