Endamê PYD′ê Îdrîs Subaşî şehîd bû
PYD′ê ragihand ku ji endamên wan Îdrîs Elî Subaşî şehîd bûye û got, şehîd Îdrîs mînaka fedakarî û wefadariya bi gelê xwe û doza wî re ye.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji endamên partiyê Îdrîs Elî Subaşî şehîd bûye. PYD′ê sersaxî ji malbata şehîd Îdrîs Elî Subaşî û gelê Kurdistanê re xwest, tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan da.
PYD′ê di daxuyaniyê de got: "Hevrê Îdrîs kesayetek welatparêz bû, piştî ku doza gelê xwe fêm kir, tevî têkoşîna rizgariya Kurdistanê bû û ji bo azadiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê tê koşiya. Ji ber rihê wî yê welatparêzê, bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê hat Rojava û li hemberî DAIŞ′ê şer kir. Piştî têkbirina DAIŞ′ê jî tev li nava Partiya Yekitiya Demokratîk bû û heta dawiyê têkoşîna azadiyê berdewam kir."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji ber îşkenceya ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve rewşa tenduristiyê ya Îdrîs xirab bû û di 27′ê Cotmeha 2023′yan li nexweşxaneyên bajarê Hesekê şehîd bû.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, şehîd Îdrîs kesayetekî têkoşer bû, mutewazin bû, eşqa wî ya ji xak û welat re xurt bû, mînaka fedakarî, dilsoziya bi gelê xwe û doza wî re ye. Her wiha hate diyarkirin ku ruxmî tevahî mercên zehmet ên ku tê re derbas bû, şehîd Îdrîs dev ji têkoşînê berneda û heta roja dawî ya jiyana xwe tê koşiya.
PYD′ê daxuyand ku ew ê têkoşîna şehîd Îdrîs berdewam bikin û armanc û xeyalên wî bi cih bînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrê Îdrîs û tevahî şehîdên ku beşdarî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibûn, yekitiya rasteqîn îfade kir û îsbat kir ku Kurdistan, Kurdan di aliyê manewî de parçe nake. Her wiha diyar kirin ku her çiqasî dijminê gelê Kurd cudahî û parçebûnê çêbike jî, dê yekitiya rihî û armanc zindî bimîne. Şehîd dema ya borî û îroyîna me ne. Bi şehîdan em yekitiya xwe ava dikin û hêza xwe xurt dikin. Dê ala şehîdan her tim li ba be û dê têkoşîna wan bidome. Careke din em sersaxiyê ji gelê xwe û mabata şehîd re dixwazin. Dê serkeftin para doza gelê me be."
(bb)
ANHA