Îsraîlê navendeke leşkerî ya Hizbullahê bombeberan kir

Balafirên şer ên Îsraîlê navendeke leşkerî ya Hizbullaha Lubnanê ya li bajarê Eka yê Lubnanê bombeberan kir.

Îsraîlê navendeke leşkerî ya Hizbullahê bombeberan kir
17 adar, 2024   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafiran duh êvarê navendeke leşkerî ya Hizbullaha Lubnanê li herêma Xeyam bombeberan kiriye. 

Li gorî ajansa nûçeyan a El Alem El Erebî, duh balafirên Îsraîlê gelek navendên çavdêriyê yên Hizbullahê li herêma Kefer Kela bombebaran kirin. Hemwextî wê artêşa Îsraîlê heman herêm topbaran kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya têkildarî bombebaranê de got: "Ji Lubnanê ber bi herêmên Xecer, û Har Dof êriş hatin kirin. Artêşa Îsraîlê jî bersiv da jêdera êrişan."

12 KES LI DÊR BELEHÊ HATIN KUŞTIN

Radyoyaya Filistînê ragihand ku di encama topbarana Îsraîlê ya li dijî maleke li Dêr Belehê ya Xezayê de 12 kes hatine kuştin.

Radyoyê da zanîn ku mal li taxa Bişara ya Dêr Belehê ye û di nava kuştiyan de zarok hene.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê ragihandibû ku di encama şerê Îsraîlê de ku ji 7`ê Cotmeha 2023`yan ve berdewam e, 31 hezar û 553 kes hatine kuştin û 73 hezar û 546 kes birîndar bûne.

Li hemberî pêşniyara nû ya ku Hemasê pêşkêş kiriye, çaverê ye ku serokê îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) David Barnea dan û standinên agirbestê li Xezayê bi serokwezîrê Qeterê û rayedarên Misirê re li Dohayê ji nû ve dest pê bike.

Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, ragihand ku tê payîn Barnea û şandeya Îsraîlê duşema bê biçin paytexta Qeterê Dohayê ji bo ku lihevkirina agirbestê gotûbêj bikin.

Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên agahdar ragihand ku hejmara filistiniyên ku dê serbest werin berdan li beramber berdana dîlgirtiyên Îsraîlê û alîkariyên ji bo Xezayê rojeva dan û standinan in.

(şx)