Îsraîlê mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan ji Xezayê re diyar kir

Yekîneya koordînekirina xebatên hikumeta Îsraîlê ya li herêmên COGAT’ê mekanîzmayeke nû ya derbaskirina kel û pelan ji Xezayê re aşkera kir.

Îsraîlê mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan ji Xezayê re diyar kir
5 tebax, 2025   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneya koordînekirina xebatên hikumeta Îsraîlê li herêmên COGAT’ê ku yekîneyek artêşa Îsraîlê ye û berpirsa koordînekirina derbaskirina alîkariyan e, bi daxuyaniyekê got dê Îsraîl rê bide ku kel û pel bi awayekî hêdî û di bin çavdêriya bazirganên xwecih de derbasî Şerîda Xezayê bibin.

COGAT’ê diyar kir ku armanca wê ew e ku alîkariyê derbasî Xezayê dibin zêde bike û xwespartina li alîkariyên NYˊyê û rêxistinên navneteweyî ji bo komkirina alîkariyan kêm bike.

COGAT’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku dê artêşa Îsraîlê beriya kel û pel derbasî Xezayê bibin, kontrol bike da ku Hemas destwerdanê li vê xebatê neke.

COGAT’ê destnîşan kir ku li gorî mekanîzmaya nû dê xurek, fêkî, sebze, şîrê zarokan û berhemên tenduristiyê derbas bibin.

COGAT ÇI YE?

Ew saziyeke leşkerî ye, girêdayî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ye. Erka wê ya bingehîn koordînekirina siyasetên sivîl û ewlehî yên Îsraîlê li Dîfa El Xerbiye û Şerîda Xezayê ye. Ji erkên wê yên herî girîng; Dayîna destûrên kar, derman, rêwîtî û hwd, koordînasyona bi desthilata Filistînê re, têkilîdanîna bi rêxistinên navneteweyî yên li xaka Filistînê re û hwd.

Li gorî filistînî û rêxistinên hiqûqî, COGAT amûra kontrolkirina îdarî û leşkerî ya jiyana wan a rojane ye. Ji ber ku ew e tevgera kesan û kel û pelan kontrol dike.

Hemasê duh ragihandibû ku ew amade ye bi Xaça Sor re alîkar be, ji bo alîkariyan bigihîne girtiyên li gel wê yên li Xezayê, lê bi şertê Îsraîl şertên wê qebûl bike.

Berpirsên filistînî û NYˊyê diyar kiribû pêdiviya Xezayê ya alîkariyên rojane bi nêzî 600 kamyonan heye. Îsraîlê beriya şer rê dida ku ev hejmar derbas bibe.

(fr)