Qetilkirina Diyala El Wadî hate şermezarkirin

Tevgera Jinên Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyekê qetilkirina hunermend Diyala El Wadî şermezar kir.

Qetilkirina Diyala El Wadî hate şermezarkirin
5 tebax, 2025   11:37
QAMIŞLO

Hunermenda sûriyayî Diyala Sulhî El Wadî 3’yê Tebaxê di mala xwe ya li Şamê de kuştî hate dîtin. Tevgera Jinên Hîlala Zêrîn der barê kuştina wê de li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo bi amedebûna endamên tevgerê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama tevgerê Dilva Zoro ve û bi zimanê Erebî ji aliyê endama tevgerê Şêrîn Reşîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî hilweşandina rejîma Baasê hêviya gelê Sûriyeyê ew bû ku jiyaneke ewle û aram çêbe, lê piştî 14 salên berxwedan û têkoşîna li hemberî wê sîstemê “hêvî bû tirs, aramî bû kewas û edalet bû tunekirina mafê mirovan.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dengê “muzîkê tune dikin, perdeyên şano diçirînin, dîmenên fîlman dişewitînin, rengê jinan tê reşkirin. Çi zarok, çi jinên ciwan, çi jî dayik û hunermend, jinên beravê têne qetilkirin û tecawizkirin, li Siwêdayê jin bi komkujiyan re rû bi rû dimînin.” Hate gotin “armanca wan birîna dengê huner û heqîqetê ye. Ev sûcên desthilatdariya Şamê sûcên dijî mirovahiyê ne, li dijî jiyanê ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Ew wek Tevgera Hîlala Zêrîn van kiryarên li hember jinan şermezar dikin û sûcên li dijî hunermendên jin mîna Diyala El Wadî û Gîna Hilal, bi hezaran jinên hunermend bi tundî şermezar dikin û em di vî warî de hikumeta Sûriyeyê ya demkî sûcdar dibînin.

Banga me ji hemû saziyên jinan re ye; rola xwe di vi warî de bilîzin û ji bo Sûriyeyeke ewle û wekhev Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk, em bi hevre ji bo yekitiya jinan û jiyaneke azad tev bigerin.”

(ekîb)

ANHA