Îsraîlê li Şerîaya Rojava êrişek berfireh da destpêkirin

Îsraîlê ragihand ku li bakurê Şerîaya Rojava dest bi êrişeke leşkerî ya berfireh kiriye. Hemwextî wê dibistan û sazî hatin rawestandin.

Îsraîlê li Şerîaya Rojava êrişek berfireh da destpêkirin
26 mijdar, 2025   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê û Saziya Şhin Betˊê bi daxuyaniyek hevbeş ragihand ku wê li deverên bakurê Şerîaya Rojava dest bi êrişeke leşkerî ya berfireh kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên wê bi armanca "têkoşîna dijî terorê" ye û hat diyarkirin ku hêzan "ji bo pêşîlêgirtina tu çalakiyên çekdarî ku li herêmê pêk bên" ev êriş hat destpêkirin.

Digel pêşdeçûnên meydanî, Gerînenedetiya Perwerdê û Fêrkirinê ya parêzgeha Tobas ragihand ku ji bo ewlehiya xwendekar û kadroyên perwerdehiyê dibistan û baxçeyên zarokan dane rawestandin.

Parêzgarê Tobas û deverên bakur Ehmed El Esed biryar da ku xebatên saziyên hikumet û taybet werin sekinandin.

(fr)