Îsraîlê li Lubnanê motorsiklêtek bombebaran kir: kesek hat kuştin

Di çarçoveya êrişên li dijî cihên girêdayî Hizbullahê de, Îsraîlê li başûrê Lubnanê motorsiklêtek bombebaran kir, di encamê de kesek hat kuştin.

Îsraîlê li Lubnanê motorsiklêtek bombebaran kir: kesek hat kuştin
11 îlon, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Droneke Îsraîlê motorsiklêtek di navbera bajarokên Eyn Beal û Bazoriyê yên li başûrê Lubnanê de bombebaran kirî di encamê de kesek hat kuştin.

Li gorî medyaya Lubnanê, artêşa Îsraîlê li taxa Ebû Tewîl a li derdora Îta Eş Şeib dibistana astengdaran teqand û dibistan bi temamî wêran kir.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihandibû ku ev êriş di çarçoeya êrişên dijî erebe û nuqteyên girêdayî Hizbullahê li Burca, Hermil û Cerûd ên Lubnanê de pêk tên. Adraee diyar kiribû ku ew êriş li dijî baregehên "Hêza Ridwan" ên girêdayî Hizbullah pêk hatin.

(fr)