Îsraîlê li başûrê Lubnanê 7 endamên Hizbullahê kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan 7 çekdarên Hizbullahê ku li nêzî herêma ewlehiyê ya li başûrê Lubnanê çek û amûrên şer vediguhastin, kuştin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê 7 endamên Hizbullahê kuştin
26 hezîran, 2026   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku wan 7 endamên Hizbullahê kuştin. Wan endaman li nêzî herêma ewlehiyê ya ku hêzên Artêşa Parastinê ya Îsraîlê li başûrê Lubnanê dixebitin, amûrên şer hilgirtibûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Îro, hêza hewayî, bi perspektîfa rêveberiya Yekîneya Egoz êrişî 7 terorîstên Hizbullahê kir ku çek vediguhestin nav avahiyek li herêma Menzele û ew kuştin. Ev avahî wekî navendek şer û çavdêriyê ji bo çavdêriya hêzên Artêşa Parastinê dihat bikaranîn. Ji hundirê avahiyê, terorîstan cih ji bo armancên leşkerî bi kar anîn û amade bûn ku hêzên me hedef bigirin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku "Artêşa Parastinê dê nehêle Hizbullah zirarê bide welatiyên dewleta Îsraîlê yan hêzên wê û dê ji bo têkbirina her gefê berdewam bike."

Girêdayî mijarê, ragihandina Lubnanê ragihandibû ku droneke Îsraîlê belavok li ser bajarokê Mansûrî li herêma Sor avêtin û ji niştecihan xwest ku ji bajêr bi dûr bikevin.

(fr)