Îsraîlê li baregehên Hizbullahê da

Îsraîl careke din navendên Hizbullah a Lubnanê bombebaran kirin. Medyaya Lubnanê got, avahiya televizyona El Menar hatiye bombebarankirin.

Îsraîlê li baregehên Hizbullahê da
3 adar, 2026   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîl îro di saetê sibehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li paytexta Lubnanê Beyrût navendên Hizbullahê bombebaran kirine û diyar kir ku dê "Operasyonên xwe yên leşkerî li dijî alîgirên Îranê bidomîne."

Artêşê destnîşan kir ku ew navendên fermandariyê yên Hizbullah ên li Beyrûtê û depoyên çekan dikin hedef.

Medyayên lubnanî ragihand ku avahiya televizyona El Menar a dikeve başûrê Beyrûtê hatiye bombebarankirin û hîna têkildarî ziyanan tu agahiyên fermî nehatine dayîn.