Îsraîlê lêçûna şerê li dijî Hemas û Hizbullah aşkera kir

Wezareta Maliyê ya Îsraîlê ragihand ku lêçûna wê di şerê li dijî Hemas û Hizbullah de, ji Cotmeha sala borî ve, zêdetirî 28 milyar û 400 milyon dolar e.

Îsraîlê lêçûna şerê li dijî Hemas û Hizbullah aşkera kir
11 mijdar, 2024   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Maliyê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê di şerê xwe yê li dijî Hemasê li Xezayê û Hizbullah li Lubnanê de, ji Cotmeha sala borî ve zêdetirî 106 mîlyar shekel (28 milyar û 400 milyon dolar) xerc kiriye.

Di encama operasyona Hemasê de, hezar û 206 kes hatin kuştin, piraniya wan sivîl in û 250 kes hatin dîlgirtin. Ev hejmar ji aliyê Îsraîlê ve bi awayekî fermî hatin aşkerakirin.

Li hemberî wê, di êrişa leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê de, 43 hezar welatiyên Filistînî hatin kuştin.

Ev şer berfirehtir bû û bû krîzeke herêmî û derbasî gihîşt Lubnanê jî bû, nexasim ku ev nêzî salekê ye çekdarên Hizbullah bi hêzên Îsraîlê re di şer de ne.

(mh/fr)