Li Meyadînê, li dijî baregehên leşkerî yên Îranê êrişên hewayî

Balafireke şer a Koalîsona Navneteweyî baregehên leşkerî yên komên çekdar ên Îranê bombebaran kirin, li gorî agahiyên destpêkê kesek hat kuştin û 10 birîndar bûn.

Li Meyadînê, li dijî baregehên leşkerî yên Îranê êrişên hewayî
11 mijdar, 2024   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafireke şer a Koalîsyona Navneteweyî nuqteyên li herêma Meyadînê ya di bin kontrola hêzên Şamê de ku girêdayî Dêrazorê ye bombebaran kirin. Di encamê de Sûriyeyekî di nava komên çekdar ên Îranê de dixebite hat kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

SOHRˋê diyar kir ku balafireke şer a Koalîsyona Navneteweyî baregeheke leşkerî ya komên çekdar ên girêdayî Îranê li beyarê Quriye, nuqteya çavdêrî û peywendiyan li herêma Şiblî û nuqteyeke din li derdora herêma Mezari li başûrê bajarê Meyadînê bombebaran kirin.

Her wiha balafirên şer nuqteyên li derdora taxa Temo ya başûrê Meyadîn ê li rojhilatê Dêrazorê hedef girtin, lê tu agahiyên li ser kuştî, birîndar û zirarê bi dest neketin.

Îro jî, li kûrahiya beyarê Meyadînê yê rojhilatê Dêrazorê ku di bin kontrola hêzên Şamê de ye dengê 3 teqînan hat bihîstin, hemwextî wê balafirên şer ên nenas li asîmanê herêmê bûn.

(fr)