Li Holê DAIŞˋiyek xeternak hat girtin

YPJˋê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin di çarçoveya Operasyona "Ewlekariya Domdar" de DAIŞˋiyek ji 2 salan ve ji hêla hêzên leşkerî dihat xwestin, girt û bi wî re çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

Li Holê DAIŞˋiyek xeternak hat girtin
11 mijdar, 2024   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Operasyonan a Operasyona "Ewlehiya Domdar" der barê operasyona taybet ku YPJˋê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li bajarê Holê pêk aniye de daxuyaniyek da.

Di roja 6ˋan a Operasyona ""Ewlehiya Domdar" de çeteyekî DAIŞˋê hat girtin. Li gorî daxuyaniyê, ew çeteyekî xeternak bû, ji 2 salan ve ji hêla hêzên leşkerî û ewlehî tê xwestin, gelek kiryarên terorîst ên mezin plan kirin, li gel wî gelek çek û mîqdareke mezin a cebilxaneyê hat dîtin û desteserkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên rêxistina terorîst hewl dide xwe di nava welatî, gund û hundirê kampê de veşêrin û dema derfetê bibînin, kiryarên terorîst li dijî leşkerî û sivîlan pêk tînin. Wê yekê hişt ku Operasyona "Ewlehiya Domdar" were destpêkirin ku herêma Hol, derdora wê û kamp ji wan werin paqijkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin heta niha operasyon bi serketineke mezin derbas dibe, gelek terorîst, çek û cebilxane hatine girtin. Lê kêlek wê jî tu bûyerên bandora vê operasyonê li ewlehî û îstîqrara herêmê bike nehatin tomarkirin, her wiha zirar negihîştiye ewlehiya niştecihên kampê jî.

(fr)