Îsraîlê kuştina çekdarekî Hizbullahê ragihand

Hêzên Îsraîlê ragihand ku endamekî Hêza Redwan a girêdayî Hizbullahê li başûrê Lubnanê  hatiye kuştin.

Îsraîlê kuştina çekdarekî Hizbullahê ragihand
1 mijdar, 2025   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî Hêza Redwan a girêdayî Hizbullahê, duh di êrişa li ser herêma Nebetiye ya li başûrê Lubnanê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kuştî beşdarî plankirina gelek êrişên li dijî Îsraîlê û di heman demê de di avakirina binesaziya Hizbullahê de bûbû.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku Îsraîlê 2 caran başûrê Lubnanê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes hatin kuştin. Li gorî wezaretê di meha borî de 26 kes di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

(bb)