Hêzên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

Hêzên Îsraîlê ketin gundê Semdaniya Rojhilat ê Quneytîrayê û bendeke kontrolê lê danî.

Hêzên Îsraîlê ketin Quneytîrayê
1 mijdar, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzek artêşa Îsraîlê piştî ku dergeheke hesinî di hundirê gund de danî, derbasî gundê Semdaniya Rojhilatê yê Quneytîrayê bû. Şêniyan ev tevger wek "xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî li herêmê" bi nav kir.

Li gorî SOHR’ê, hêza ku derbasî gund bûye, ji 2 tankan û 8 erebeyên leşkerî pêk dihat û ber bi rêya di navbera Çeba û Xan Ernebe de bi rê ket.

Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê hin kes girtin. Li gorî çavkaniyan, di nava girtiyan de endamên hêzên hikumeta veguhêz hene.

Artêşa Îsraîlê demek berê li gundewarên Quneytîrayê bi obîsan daristanên Til Ehmerê topbaran kirin .Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê ji baregeha Til Ehmerê ya nêzî bajarokê Kodneyê gelek daristan topbaran kirine.

(bb)