Îsraîlê gelek deverên Himsê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê li başûrê rojavayê Himsê gelek dever bombebaran kirin. Hate zanîn ku gelek kuştî hene.

Îsraîlê gelek deverên Himsê bombebaran kirin
20 gulan, 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê li nêzî stasyoneke petrolê ya li herêma El Ewras a di navbera taxên El Esed û Meskenê yên Himsê de nuqteyek bombebaran kiriye. 

Her wiha deverek din li nêzî dibistana Nabîxe El Zubyanî ya bajarokê Qisêr ê li başûrê rojavayê Himsê ku nêzî sînorê Sûriye-Lubnanê ye, bombebaran kir. Agahî hene ku di encama bombebaranê de kuştî çêbûne û gelek ambulans ber bi devera bombebarankirî ve çûne.

SOHR`ê da zanîn ku ji destpêka 2024`an ve, Îsraîlê bi 28 êrişên hewayî û 12 ên bejahî, gelek dever li Sûriyeyê bombebaran kirine. Di encamê de 81 depoyên çek û cebilxaneyan, baregeh, navend û wesayît hatine rûxandin û 131 leşker hatine kuştin.

(şx)