Tebqayî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyar û diyar kirin ku ew ê têkoşînê mezin bikin heta vê armancê bi dest bicin.

Tebqayî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Tebqayî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Tebqayî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Tebqayî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Tebqayî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Tebqayî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Tebqayî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Tebqayî ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
20 gulan, 2024   14:07
TEBQA

Şêniyên kantona Tebqa, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş ji taxa Ewel a Tebqayê dest pê kir û li ber navenda Yekitiya Xwendekarên Demokratîk rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de endama Komîteyên Parastinê Emîner Ebdurezaq axivî. Emîne bêdengiya hêzên navneteweyî û hiqûqî li hember tecrîda li ser Rbêer Abdullah Ocalan, şermezar kir û soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê berdewam bikin.

Her wiha endamê Însiyatîfa Sûriye ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Emced El Nercis jî got: "Rêber Ocalan, doza gelekî temsîl dike ku ji bo azadiya xwe tê dikoşe. Rêber Ocalan gihaşt wê encamê ku doz ne tenê doza gelê Kurd e lê belê doza mirovahiyê, xwezayê û nirxên exlaqî ye."

El Nercis jî got ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê berxwedanê mezin bikin.

(şx)

ANHA