Îsraîlê fermandarekî ‘Cemaa El Îslamiye’ kuşt

Hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê fermandarekî ‘Cemaa El Îslamiye’ kuşt.

Îsraîlê fermandarekî ‘Cemaa El Îslamiye’ kuşt
22 nîsan, 2025   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku fermandarekî Cemaa El Îslamiye îro di êrişeke hewayî ya hêzên Îsraîlê ya li dijî erebeya wî de hat kuştin. Hate zanîn ku êriş li bajarokê Barûta yê li başûrê paytexta Lubnanê Beyrûtê hat kirin.

Radyoya artêşa Îsraîlê piştrast kir ku wê fermandarekî payebilind ê Cemaa El Îslamiye kuştiye. Li gorî hin nûçeyan, fermandarê ‘Hêzên El Fecir’ (baskê leşkerî yê Cemaa El Îslamiye) Şêx Hisên Etewî hatiye hedefkirin.

AFP’ê jî ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke ewlehiyê yê lubnanî wergirtine, ragihand ku balafireke bêmirov a Îsraîlê li ser rêya Barûta (nêzî bajarokê Damûr ê peravê) fermandarek di erebeya wî de kuştiye.

(bb)