Ji bajarê Holê piştevaniya ji bo operasyona ewlehiyê

Şênî û rêveberên ji bajarê Holê piştgirî da operasyona ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê û got operasyonê di demeke hesas de dest pê kir ku geşedanên bi lez bûn sedema zêdebûna tevgera şaneyên çeteyan.

Ji bajarê Holê piştevaniya ji bo operasyona ewlehiyê
22 nîsan, 2025   12:24
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Şênî û rêveberên bajarê Holê têkildarî operasyona ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê ku li kampa Holê di roja 5’an de dewam dike, axivîn.

Hevserokê Meclisa Bajarê Holê Şahîn El Xibil di destpêka axaftina xwe de spasiya hêzên operasyonê kir û got: "Operasyon di demeke guncaw de an ku piştî zêdebûna gefên çeteyên DAIŞ’ê hat ragihandin. Wekî tê zanîn piştî rûxandina rejîma Esed û avakirina desthilata nû li Şamê çeteyên DAIŞ’ê sûd ji rewşa tevlihev wergirtin da ku êrişî herêmê bikin."

Şahîn El Xibil bi bîr xist ku dewleta Tirk bi rêya piştevaniya bi şaneyên çeteyan û domandina êrişên xwe yên li ser herêmê hewldanên xirabkirina aramiyê herêmê zêdetir kir. Her wiha got "Operasyon ji ber pêwîstiyeke lezgîn a ewlehiyê pêk hat da ku rewşa li hundirê kampê were kontrokirin û li ber pêkanîna sûcan bê girtin."

Şêniya bi navê Sema El Ehmed a ji bajarê Holê piştgirî da operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê û wiha got: "Em di rewşekê de dijîn ku her tim ji gef ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ve tên xwearin. Şane dixwazin tevliheviyê çêbikin û malbatan bitirsînin."

Sema El Ehmed pesên hêzên ewlehî û leşkerî da û got: "Ji bo mîsogerkirina ewlehiya kampê û deverên derdora wê timî di nava hewldanan de ne."

(bb)

ANHA