Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 2 kes hatin kuştin

Di 2 êrişa Îsraîlê ya li dijî başûr û rojhilatê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 2 kes hatin kuştin
26 cotmeh, 2025   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da zanîn ku artêşa Îsraîlê erebeyek li bajarokê Naqûra yê qezaya Sûr hedef girt û di encamê de kesek hat kuştin.

Wezarerê di daxuyaniyeke din de diyar kir ku artêşa Îsraîlê erebeyek li bajarokê Nebî Şît ê qezaya Beelbek a rojhilatê Lubnanê hedef girt û di encamê de kesek hat kuştin.

Tevî ku salvegera yekemîn a peymana agirbestê nêzîk bûye, lê dîsa jî Îsraîl pêkanîna êrişan li dijî başûrê Lubnanê didomîne.

Îsraîl dibêje ku ew binesaziya leşkerî û endamên Hizbullah hedef digire.

Girêdayî wê, roja înê jî di 2 êrişên Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê da zanîn ku êrişek li dijî berpirsê karûbarên lojîstîk ê fermandariya Eniya Başûr a Hizbullah û ya din li dijî endamekî Hizbullah bû ku hewl dida şiyanên leşkerî yên Hizbullah ji nû ve rêxistin bike.

Di encama êrişên Îsraîlê yên roja pêncşemê yên li dijî başûr û rojhilatê Lubnanê de 4 kes hatin kuştin, ji wan jineke temenmezin hebû.

Artêşê da zanîn ku wê embargeheke çekan, perwerdegeh û binesaziya leşkerî hedef girtin.