Îsraîlê êrişî Bendera El Hudedayê kir

Artêşa Îsraîlê êrişî Bendera El Hudeyda ya Yemenê kir.

Îsraîlê êrişî Bendera El Hudedayê kir
10 hezîran, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Al Masirah a ser bi Hûsiyan ve îro ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî bajarê El Hudeyda ya li beramberî Deyaya Sor kiriye.

Kanala 12 a Îsraîlê jî ragihand ku artêşa Îsraîlê li Yemenê êriş biriye ser gelek cihan.

Li gorî medyayên Hûsiyan jî, Îsraîlê du êrişên hewayî li dijî Bendera El Hudeydayê pêk aniye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee duh (Duşemê) li ser hesabê xwe yê X’ê bang li şêniyan kiribû ku benderên Ras Îsa, Hudeyda û Selîf ku di bin kontrola Hûsiyan de ne vala bikin.

(bb)