5 roj e têkiliya bi ciwanekî re qut bûye

Ji duşema borî ve têkilî ji ciwanê bi navê Hisên Ebdulbasit Şêxmûs yê ji Qamişloyê qut bûye.

5 roj e têkiliya bi ciwanekî re qut bûye
19 îlon, 2025   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ciwanê bi navê Hisên Ebdulbasit Şêxmûs (25) yê ji xelkê taxa Hilko ya Qamişloyê têkilî qut bûye. 

Malbata Şêxmûs diyar kir ku êvara duşemê bi erebeya xwe ji malê derketiye û gotibû dê biçe pira Nexweşaneya Basil û vegere. Li gorî malbatê, nêzî saet 22.30’an ê heman rojê agahî ji ciwan qut bû.

Malbatê der barê bûyerê de agahî dane hêzên Asayîşê û Asayîşê jî lêkolîn daye destpêkirin.

(bb)

ANHA