Îsraîlê cenazeyên filistîniyan radest kirin

Îsraîlê beşa yekemîn ji cenazeyên filistîniyan radestî desthilata Xezayê kir. Li kêlek wê Îsraîlê Hemas bi "binpêkirina peymanê" tawanbar kir, ji ber ku tenê 4 cenaze radest kirin.

Îsraîlê cenazeyên filistîniyan radest kirin
14 cotmeh, 2025   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa "France Press" diyar kir ku di çarçoveya peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê de, Îsraîlê cenazeyên 45 Filistîniyên ku di şer de hatibûn kuştin radestî desthilata Xezayê kir.

Xaça Sor a Navneteweyî diyar kir ku teslîmkirina tevahî rehîneyên kuştî û girtî wê demekê derbas bike û ev prose bi "astengiyek mezin" bi nav kir, ji ber ku zehmet e cenaze di nava kavilên Xezayê de werin dîtin.

Girêdayî wê, piştî Hemasê tenê cenazeyên 4 rehîneyan teslîm kirin ku bi peymanê re nakok e, Tel Avîvê daxuyand ku wê derbaskirina alîkariyên mirovî li Şerîda Xezayê kêm kiriye û derketina Filistîniyan di deriyê Refeh re qedexe kiriye.

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê diyar kir ku li gele Hemasê agahiyên saxlem ên der barê cihê zêdetirî 10 rehîneyên kuştî hene, lê tenê 4 cenaze radest kirin. Ev yek binpêkirina "peymanê" ye. Îsraîlê zexteke zêde dike ku Hemas qonaxa din a peymanê di çend saetên pêş de pêk bîne.

(mh/fr)