Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Hisên El Xidêr ji ber nexweşiyê şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
29 cotmeh, 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta endamê xwe Hisên El Xidêr de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El Xidêr duh dema erka xwe bi cih dianî li bajarê Minbicê şehîd bûye.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd bi vî rengî ne:

Nav û paşnav: Hesen El Xidêr
Navê dayîkê: Fatme
Navê Bav: Mistefa
Cih û dîroka jidayikbûnê: Heleb, 01.01.1973
Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic, 2017
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 28.10.2024

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "Şehîd Hisên El Xidêr yek ji endamên destpêkê bû ku cihê xwe di nava hêzên me girt. 7 salan bi vîn û israr xizmeta şêniyên Minbicê kir û bi dîsîplîn û cidiyeta karê xwe mînak bû. Erka xwe ya mîsogerkirina jiyaneke bi rûmet ji bo şêniyan bi rêk û pêk bi cih dianî. Herî dawî li ser erka xwe di encama nexweşiyê de şehîd bû."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza domadina xeta şehîdan ta mîsogerkirina ewlehî û aştiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avakirina civakeke ewle hate dayîn.

(şx/bb)