Îsraîlê careke din Lubnan bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kir. Kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Îsraîlê careke din Lubnan bombebaran kir
31 cotmeh, 2025   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Operasyonên Awarte ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, artêşa Îsraîlê bi balafireke bêmirov motorsîklêtek bombebaran kir. Di encamê de kesek hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Navendê diyar kir ku êriş li bajarokê Konîn ê navçeya Bint Cibêl a başûrê welat hatiye kirin.

Di 27’ê Mijdara 2024’an de bi sponseriya Amerîka û Fransayê peymana agirbestê li Lubnanê hatibû ragihandin. Li gorî peymanê, divê Hizbullah derdora ji herêma başûrê Çemê Lîtanî (30 kîlometreyan ji sînorê Îsraîlê) vekişe, binesaziya xwe ya leşkerî ya li wir îmha bike û çek di destê dewleta Lubnanê tenê de bimînin.

Tevî peymana agirbestê jî êriş dewam dikin. Îsraîlê hêzên xwe ji çiyayê Lubnanê hiştine ku li dijî peymanê ye. Beyrût jî ji civata navneteweyî dixwaze zextê li Îsraîlê bike ku sozên xwe bi cih bîne.

(bb)