Li Efrînê talankirin û wêrankirina xwezayê bê navber dewam dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û kesên hawirde, li Efrînê bi kêmanî 150 darên zeytûnan talan kirin.

Li Efrînê talankirin û wêrankirina xwezayê bê navber dewam dikin
31 cotmeh, 2025   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî komeke kesên hawirde, di 2 rojên borî de bi kêmanî 150 darên zeytûnan talan kirin û şikandin.

Rêxistinê diyar kir ku çete û kesên li Efrînê hatine bicihkirin li ser rêya gundê Heyat-Deşta Ketixê yên gundewarên Efrînê derdora 150 darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Şukrî Dimilî talan kirin û şaxên wan şikandin.

Li gorî rêxistinê, kesên hawirde, talankirina darên zeytûnan didomînin.

(bb)