Îsraîlê careke din êrişê Sûriyeyê kir

Îsraîlê gundewarê Quneytîra û Dera bombebaran kirin. Agahiyên der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

Îsraîlê careke din êrişê Sûriyeyê kir
4 nîsan, 2024   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê duh derengî şevê  li Dera û Quneytîra hinek dever bi moşekan bombebaran kirin. Hate ragihandin moşek li derdora gundê Refîd û Til El Feres ê Quneytra û gundê Til Cabiye yê bajarokê Newa yê gundewarê Derayê ketine.

Heman çavkanî diyar kir ku êrişa Îsraîlê ya li ser her du deveran piştî avîtina moşekan ber bi Colanê ve hat kirin.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka salê ve Îsraîlê 32 caran êri (22 êrişên hewayî û 10 bejahî) li Sûriyeyê pêk anîne. Di encama van êrişan de 64 depoyên çek û cebilxaneyan, navend û wesîle hatin wêrankirin, 129 leşker hatine kuştin û 47 jî birîndar bûne û 12 sivîl hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

(şx)