Di topbarana dewleta Tirk de nîvê mala şêniyekî hilweşiya

Ji ber topbarana dijwar a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Dîkmedaşê yê Kobanê, zirarên madî li malê şêniyekî çêbûn.

Di topbarana dewleta Tirk de nîvê mala şêniyekî hilweşiya
Di topbarana dewleta Tirk de nîvê mala şêniyekî hilweşiya
Di topbarana dewleta Tirk de nîvê mala şêniyekî hilweşiya
Di topbarana dewleta Tirk de nîvê mala şêniyekî hilweşiya
Di topbarana dewleta Tirk de nîvê mala şêniyekî hilweşiya
4 nîsan, 2024   09:52
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker duh saet di 10’ê şevê de malek li gundê Dîkmedaş ê Kobanê topbaran kir.

Mala ku hatiye topbarankirin ê şêniyê bi navê Ehmed Hedo ye. Di encama topbaranê de qismeke mezin a malê wêran bû û zirarên madî li erebeya wî hat.

Her wiha balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker duh saet di 17:30`an de erebeyek li pêşiya navenda giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kobanê bombebaran kiribû.

(şx)

ANHA