Civîna Komîteya Erebî û serdana Pizîşkiyan a li Iraqê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da civîna duyemîn a “Komîteya Peywendiyên Erebî" û serdana serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan a li Iraqê.

Civîna Komîteya Erebî û serdana Pizîşkiyan a li Iraqê rojevên rojnameyên erebî ne
12 îlon, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÊYA NORMALÎZEKIRINÊ PEMBEYÎ NÎN E’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser civîna duyemîn a Komîteya Peywendiyên Erebî ya bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê ku li Qahîreyê pêk hatibû. Hate bibîrxistin ku komîte di çarçoveya xebatên "Însiyatafa Erebî" ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hatibû avakirin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku wezîrên karên derve yên dewletên endamên Komkara Erebî pêr bi mijara nîqaşkirina şerê Îsaîl û Hemasê civiyan û piştî 13 salan yekem car Tirkiye beşdarî civînê dibe.

Rojnameyê destnîşan kir ku di navberên civîna wezîrên Komkara Erebî ya bi mijara şerê Îsraîl û Hemasê ya li Misirê de, hevdîtinek di navbera wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad û hempîşeyên wî yên Misir, Urdun û Iraqê hat lidarxistin, her wiha hevdîtineke din bi sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El Xeyd re pêk hat. Rojnameyê diyar kir ku di van hevdîtinan de gelek aliyên dosyaya Sûriyeyê nîqaş kirine.

Li gorî rojnameyê, di dawiya civînên dualî de Komîteya Peywendiyên Erebî civînek li dar xist, beşdarên civînê li ser avakirina ekîpeke ji pisporan û lidarxistina civînekê li Bexdayê li hev kir. Hate gotin, erka komîteyê lêkolînkirina mijarên bi Şamê re tê şopandin e.

Rojnameyê diyar kir ku lihevkirina li ser lidarxistina civîna bê ya li Bexdayê li gorî daxwaza Iraqê jî ye ku dixwaze rola xwe di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de aktîf bike.

‘DI SERDANA PIZÎŞKIYAN A LI BEXDAYÊ DE PEYMAN Û SOZÊN PARASTINA SÎNORÊ ÎRANÊ

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan serdana xwe ya yekemîn ya derve duh li Iraqê pêk anî. Pizîşkiyan û rayedarên iraqî têkildarî gelek mijaran 14 peyman îmze kirin.

Rojnameya El Ereb a Londonê ku îro cih daye serdanê, hilbijartina Iraqê bo serdana xwe ya yekemîn a Pizîşkiyan a li derveyî welat, wek "Nîşana berdewambûna siyaseta Îranê ya li qada Iraqê di serdema serokkomarê nû de" de bi nav kir. Hate gotin, Iraq ji bo Îranê veguheriye qadeke aborî û darayî û meydana çareserkirina hesabên xwe li hemberî hevrik û dijminên xwe yên mezin ên li herêmê.

Rojnameyê cih da nirxandinên pisporên kar û barên Îran û Iraqê ku ev serdan wek "destpêkeke pratîk ji bo hewlên hikumeta Pizîşkiyan e ku Iraqê wek qadeke aborî ji bo xwe biparêze. Her wiha wekî çareseriyekî ji pêkanînên giran ên DYA’yê yên li ser wê dibîne."

Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku li gorî pisporan, aloziya siyasî ya navxweyî ya Iraqê helwesta Sûdanî lawaz dike û rê li ber Tehranê vedike ku armancên xwe bi cih bîne.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku wê Pizîşkiyan serdana deverên din ên Iraq û Hewlêrê jî bike û wiha hate gotin, tevî bêbaweriya di navbera Tehran û Hewlêrê de, lê Îran ji hewldanên kişandina rayedarên PDK’ê ber aliyê xwe ve bê hêvî nîn e. Hate bi bîrixstin ku PDK li hemberî hegemonya wê ya li Iraqê hevalbendê hevrikê wê (Tirkiyeyê) ye.

(bb)