Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê bi balafir û topavêjan êrişî başûrê Lubnanê kir. Hizbullahê jî raihand ku wê bi 20 topan xaka Îsraîlê topbaran kiriye.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
19 îlon, 2024   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh êvarê bi balafir û topavêjan, gelek navend li başûrê Lubnanê bombebaran kirine. Êrişa bi balafirên şer jî li dijî navendên Hizbullahê yên li Şîhîn, Tîbe, Bilîda, Meys El Cebel, Ebtrûn û Kefer Kela yên li başûrê Lubnanê û depoyeke çekan a Hizbullahê ya li herêma Xiyam bû. 

Li gel aloziya piştî êrişa sîber a li dijî cîhazên banglêkirinê yên Hizbullahê, Îsraîlê êriş kir.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê bi bîr xist ku gelek sivîlên îsraîlî bi moşekên li dijî tankan ên ji Lubnanê hatine avêtin, birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hizbullahê çarşemê 20 top avêtine xaka Îsraîlê lê pergala parastina hewayî piraniya wan xistine û tu kes birîndar nebûye.

Vê hefteyê di êrişa sîber a li dijî cîhazên banglêkirinê yên endamên Hizbullahê de bi hezaran kes birîndar bûn. Îsraîlê heta niha tu daxuyanî têkildarî mijarê nedane lê çavkaniyên ewlehiyê dibêjin MOSSAD berpirsa êrişê ye.

(şx)