Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
19 îlon, 2024   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtîna bi Rêber Abdullah Ocelan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Îmraliyê dan.

Her wiha parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Serlêdanên hevdîtinê yan bi awayekî kêfî tên redkirin yan jî piştî mehan bi egereke kêfî tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Her wiha nayê zanîn ku cezayên dîsîplînê ji ber çi hatine birîn.

Biryara qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ya 6 mehî ya herî dawiyê di 3’yê Gulana 2024’an de ji aliyê Dadgerîya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû dayîn.

Li gel vê biryara qedexeyê di 8 salên dawî de herî kêm 13 caran cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya 6 mehî li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn.