Xwepêşandaneke nû li Ataribê li dijî siyaseta dewleta Tirk û çeteyên wê

Bi dehan şêniyên Ataribê ya li rojavayê Helebê duh bi şev careke din li dijî siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê derketin.

Xwepêşandaneke nû li Ataribê li dijî siyaseta dewleta Tirk û çeteyên wê
19 îlon, 2024   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bi dehan şêniyên bajarê Ataribê yê li rojavayê Helebê ya dagirkirî, duh êvarê li dijî siyaseta dewleta Tirk û çeteyan derketin xwepêşandanê.

Xwepêşandêran sloganên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku herêm dagir kiriye û hewldanên normalîzekirinê bi hikumeta Şamê re û vekirina deriyên di navbera herêmên dagirkirî û hikumeta Şamê de, berz kirin.

Li herêmên dagirkirî tevlihevî serwer e, leşkerên artêşa Tirk sûcan li dijî şêniyan dikin û çete jî li ser qaçaxçîtiyê û talankirinê bi hev dikevin.

Xwepêşandar jî ji van sûcan nafilitin, çete û îstixbarata dewleta Tirk ji bo ku xwepêşandanan bi dawî bikin, xwepêşandêran direvînin.

(şx)