Fransayê biryareke din a girtina Beşar Esed da

Dadgeriya Fransayê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî di sala 2013’an de li Sûriyeyê, der barê serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esad de biryareke din a girtinê da.

Fransayê biryareke din a girtina Beşar Esed da
23 cotmeh, 2025   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî di dadgeriya Fransayê de ku agahî dane AFP’ê, di lêpirsîna têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya di sala 2013’an de, biryarek din a girtina serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esad da. Bi vê yekê hejmara biryarên girtina Beşar Esed ku dadgeriya Fransayê dane, dibe 3.

25’ê Tîrmehê, Dadgeha Îtîrazê ya Fransayê biryara yekemîn a di Mijdara 2023’an de hatibû dayîn, li ser bingeha prensîba parêzbendiya mutleq ji bo serokên dewletan dema ku li ser desthilatê ne, betal kiribû. Lê dadgehê di biryara xwe de diyar kiribû ku doz dikare piştî hilweşandina Esed ji nû ve were vekirin.

Biryara girtina Beşar Esed ji ber êrişên kîmyewî yên li Dera, Dûma û Xûtaya Rojhilat ku destê Esed tê de heye, hate dayîn.

Li gorî raporên îstîxbarata DYA’yê di êrişên kîmyewî yên 5’ê Tebaxa 2013’an ên li ser Dera û Dûmayê de nêzî 450 kes birîndar bûn, di êrişa bi gaza sarînê de jî ku 21’ê Tebaxa heman sale li ser Xûtaya Rojhilat hatibû kirin, derdora hezar kes mirin.

Beriya vê biryara dawîn jî, dadgeriya Fransayê 2 biryarên din ên girtina Beşar Esed ku niha li Rûsyayê dimîne, dabûn.

20’ê Çileya îsal darazaya Fransayê bi tawana sûcên şer û êrişên li ser herêmên niştecihan ên li Derayê (2017) biryara girtina Esed dabû. 19’ê Tebaxê jî di çarçoveya lêpirsîna li ser bombebarana navendeke çapemeniyê ya li bajarê Humus ê Sûriyeyê (2012) ku di encamê de rojnamevana amerîkî Marie (56) û rojnamevanê fransî Remi Ochlik (28) hatibûn kuştin, biryara girtina Beşar Esed dabû.

(bb)