Îsraîlê bajarê Xezayê wekî "Herêma şer a xeternak" ragihand

Artêşa Îsraîlê bajarê Xezayê wekî herêmeke şer a xeternak îlan kir û daxuyand ku agirbesta demkî ya ku rojane ji bo hêsankirina belavkirina alîkariyan tê sepandin, Xeza di nav xwe de nagire.

Îsraîlê bajarê Xezayê wekî "Herêma şer a xeternak" ragihand
29 tebax, 2025   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi axuyaniyekê ku bi zimanê erebî li ser hesabê xwe yê X’ê parve kiriye, bajarê Xezayê wekî herêmeke şer a xeternak ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Ji îro (În) saet 10.00’an (07.00 GMT) ve agirbesta taktîkî ya xwecih û demkî ya çalakiyên leşkerî, bajarê Xezayê nagire nav xwe. Xeza wê bibe herêmeke leşkerî ya xeternak."

li gorî artêşa Îsraîlê, bi armanca hêsankirina belavkirina alîkariyan rojane agirbest li hin herêman tê ragihandin, lê agirbest bajarê Xezayê nagire nav xwe.

(bb)