Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diqewime?

Li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê liv û tevgera "Hêzên Ewlekariya Giştî" yên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne, li aliyekî dibistan, malên şêniyan, nexweşxen û kargeh kirine nuqteyên leşkerî û li aliyekî din zarokan ji bo karên xwe yên sixûrtiyê bi kar tînin.

Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diqewime?
Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diqewime?
Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diqewime?
Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diqewime?
Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diqewime?
29 tebax, 2025   14:12
HELEB
XIYAS ŞEMSEDÎN

1’ê Nîsana îsal (2025), nûnerên hikumeta Şamê û Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê bi armanca mîsogerkirina ewlehiyê û garantiya temsîla wan a adilane li bajar peymanek ji 14 bendan îmze kiribûn.

Nêzî 5 meh piştî îmzekirina peymanê, hikumeta Şamê bi tevkariya çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku şantajên xwe li ser her du taxan zêdetir kirine, bendên axî bilind dikirin, navendên giştî yên sivîl ên wekî nexweşxane, dibistan, hinek mal û kargeh kirin baregehên leşkerî. Ji cihên sivîl ku bûne baregehên leşkerî ev in: Nexweşxaneya Taybet ya Sûrî Fransî, Dibistana El Kelîme, Dibistana Ebdulletîf Nania, Dibistana Îskenderon, Nexweşxaneya Estoriyan, Mizgefa Îbrahîm Bin Adem, avahiya Gerînendetiya Çandiniyê ya Helebê.

Welatî van tevgeran wekî amadekariyên pêkanîna êrişan li ser her du taxan dibînin.

Ji dîmenên ku me bi dest xistine, tevgera zêde û belavkirina çekan a endamên "Hêzên Ewlekariya Giştî" yên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser banên xaniyên sivîlan dixuyan.

Li aliyekî din endamên "Hêzên Ewlekariya Giştî" yên girêdayî hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li taxa Suryan a li beramberî taxa Şêxmeqsûdê him malên sivîlan vala kirine û veguherandin nuqteyên leşkerî.

Şahidan diyar kir ku "Hêzên Ewlekariya Giştî" yên hikumeta û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî Dibistana El Kelîme ya taxa Suryan li pêşiya çavên her kesî li sivîlek bi temen û kurê wî   dan, ji ber ku qebûl nekir ji malên xwe derkevin û malên wan bibin nuqteyên leşkerî.

Di dîmenk din de ku me bi dest xistiye, piştrast dibe ku endamên hikumeta Şamê bi tevakriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqemeniyan ji erebeyek ’Hyundai Porter’ bar dikin û li Nexweşxaneya Taybet a Sûrî-Fransî û li ber Dibistana El Kelîme datînin.

Bi dehan kargehên pîşeyî yên li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûne nuqteyên leşkerî û çek li ser banên wan hatine bicihkirin.

Li gel van tevgeran, rojane balafirên keşfê yên biçek li ser her du taxan digerin. Di 11’ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ragihandibûn ku di êrişeke bidroneke kamikaze de ya li dijî nuqteyek wan a li derdora her du taxan de 2 endamên wê birîndar bûn.

Endamên hêzên hikumeta Şamê zarokên ku rewşa debarê ya malbatên wan dijwar e, ji bo karên xwe yên îstîxbaratî û sîxûrtiyê bi kar anîn. Hêzên hikumetê ku bi kirîna şêranî yan jî çixareyan zarokan teşwîq dikin li beramberî ku nêzî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bibin dîmenên her du taxan bigirin û agahiyan bidin "Hêzên Ewlekariya Giştî.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, 6 zarok ji ber vî karî hatin hişyarkirin,  radestî malbatên wan hatine kirin û nêzîkatiyên wan bi malbatên wan re hatine parvekirin.

BINPÊKIRINA PEYMANÊ

Tevgerên "Hêzên Ewlekariya Giştî" yên hikumeta Şamê bi bendên 3 û 5’an ên peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta Şamê de bi nakok e.

Li gorî benda 5’an, heya ku rewşa herdu taxan aram bibe, bendên axî yên ser rêyên giştî tê rakirin û rêbendên kontrolê yên sereke di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin. Li gorî benda 3’an jî  Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in.

(bb)

ANHA