Îsraîlê 15 cenazeyên Filistîniyan radest kirin

Îsraîlê, di çarçoveya peymana agirbestê de, 15 cenazeyên Filistîniyan bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor radestî Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezayê kirin.

Îsraîlê 15 cenazeyên Filistîniyan radest kirin
10 mijdar, 2025   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezayê ragihand ku wê di çarçoveya peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê de 15 cenazeyên Filistîniyan wergirtin.

Wezaretê da zanîn ku ev prose bi hevkarî û navbeynkariya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor pêk hat. Bi vê re cenazeyên hatine wergirtin derket 315ˊan.

Ev yek, piştî wergirtina Îsraîlê ya cenazeyê serbaz Hadar Goldin ê ku di şerê Xezayê yê 2014ˊan de hatibû kuştin, pêk hat.

(fr)