Di êrişa li Xan Yûnisê de zarokek û kesekî din hatin kuştin

Di êrişa balafireke bêmirov a Îsraîlê li dijî kombûnekê li Benî Sihêla yê rojhilatê Xan Yûnisê de zarokek û kesekî din hatin kuştin. Li kêlek wê jî Knesset li ser pêşnûmaya yasayê ya bidarvekirina dîlgirtiyan bi îsrar e.

Di êrişa li Xan Yûnisê de zarokek û kesekî din hatin kuştin
10 mijdar, 2025   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa WAFAˊyê ya Filistînê ku agahiyên xwe spartine jêderên tibî diyar kir ku balafireke bêmirov a îsraîlê kombûnek sivîl li bajarkê Benî Sihêla yê rojhilatê Xan Yûnisê yê başûrê Şerîda Xezayê bombebaran kir, di encamê de zarokek û kesekî din hatin qetilkirin.

WAFAˊyê da zanîn ku ev bûyer, di çarçoveya binpêkirinên berdewam a agirbesta 11ˊê Cotmehê de hatiye îlankirin pêk tê.

Girêdayî mijarê, di qadên siyasî yên Îsraîlê de nakokiyên hundirîn berdewam dikin, Knessetê îro pêşnûmaya yasayê ya "bidarvekirina dîlgirtiyan" xiste dengdanê û ev pêşnûma rastî bertekên berfireh ên xwecihî û navneteweyî hatin.

Konseya Ewlehiya Hundirîn a Knessetê demeke berê li ser pêşnûmayê erê kiribû û ev yek dihêle hikumeta Îsraîlê rastî gelek zextan were û nakokiyên girêdayî doza Filistînê zêdetir bibin.

(fr)