Îsraîl xwe amade dike ku tunelên Hemasê îmha bike

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku piştî berdana dîlgirtiyên li Xezayê wê tunelên Hemasê hemûyan îmha bikin.

Îsraîl xwe amade dike ku tunelên Hemasê îmha bike
12 cotmeh, 2025   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Katz roja Yekşemê daxuyanî da û anî ziman ku operasyonên navborî wê di çarçoveya mekanîzmayeke navneteweyî de bêne kirin ku di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ye.

Katz got, "Li dû pêvajoya radestkirina dîlgirtiyan, wezîfeya herî mezin a Îsraîlê wê tinekirina tunelên terorê yên li Xezayê be" û ragihand ku artêşê ji bo amadekariya vê wezîfeyê ferman wergirtiye.

Li binê Şerîda Xezayê toreke berfireh a tunelan heye ku bi taybetî baskê leşkerî yê Hemasê bi kar tîne.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di şerê zêdeyî du salan de beşek ji van tunelan hatin îmhakirin.

Lê belê li gorî Wezîrê Parastinê Katz, tinekirina tunelên ku hîn hene wê di çarçoveya qonaxa "bêçekbûnê" ya plana Serokê DYE'yê Donald Trump de bê kirin.

Hate ragihandin ku danûstandinên li ser qonaxa duyemîn a plana Trump hîn neqediya ye.

Li aliyê din Hemasê di daxuyaniyên xwe yên sala dawî de diyar kiribû ku ew amade ne kapasîteya xwe ya çekan (rawestandina hilberîna roketên nû, hilweşandina tunelên digihêjin Îsraîlê û hwd.) qonax bi qonax kêm bikin, lê belê ev yek jî bi çareseriya siyasî ya şerê Fîlîstîn-Îsraîlê ve girê da.

Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Hossam Badran roja Şemiyê daxuyaniyek da û got, "Bêçekbûna Hemasê ya bi temamî nabe. "