‘Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê aştî pêk were’

Şêniyên Kobanê yên li Bendava Tişrînê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abullah Ocalan dê aştî pêk were.

‘Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê aştî pêk were’
3 gulan, 2025   02:35
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şêniyên Kobanê yên konvoya 8`emîn ên li Bendava Tişrînê der barê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe anîn ziman.

Mehmûd Mihemed Elî diyar kir ku ew ê her tim li pey xeta zarokên xwe bin û tu carî dest ji xeta berxwedanê bernadin û got: "Piştî banga Rêber Apo dewleta Tirk xwe bê deng kiriye, divê her kes daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bike. Divê rêberê me bi fîzîkî di nava me de be. Rêber Apo aştiyê dixwaze, divê di zûtirîn demê de Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, ji bo ku aştî pêk were."

Mihemed Elî wiha lê zêde kir: "Rêber Apo, ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêberê mirovahiyê ye, divê her kes rabe ser pêyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em ê li ber xwe bidin heta roja dawiyê û em ê tê bikoşin heta Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de dibînin.”

Emîra El Omer anî ziman ku dema ku ew berê xwe didin BendavaTişrînê bi moral dibin û got: "Rêber Apo banga aştiyê kir, çima heta niha dewleta Tirk destê xwe dirêjî aştiyê nake? Em ji dewleta Tirk re dibêjin êdî bes e ji bêdengiyê re, Rêber Apo bi fîzîkî berdin û destê xwe dirêjî aştiyê bikin. Ji ber ku bê Rêber Apo aştî pêk nayê. Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Dema ku Kurd bûne yek ew roj rojeke pîroz bû, lê divê azadiya Rêber Apo misoger bibe.”

Mihemed Ehmed da zanîn ku projeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî cîhanê kir, ne tenê çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e, çareseriya pirsgirêkên cîhanê ye û ev tişt anî ser ziman: "Em ji serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan re dibêjin wek mirovan li xwe vegere. Em hêvî dikin ku projeya çareseriyê ya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, ew jî xwedî lê derkevin."

Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Bê Rêber Apo tu aramî û aştî çênabe, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, dê cîhan ronî bibe û aştî pêk were."

(ekîb)

ANHA