Îsraîl: Li bakurê Xezayê 4 leşker hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji wan efserek 4 leşkerên wê di êrişên li Ceblaya yê li bakurê Xezayê de hatin kuştin.

Îsraîl: Li bakurê Xezayê 4 leşker hatin kuştin
29 cotmeh, 2024   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên li Cebalya yê bakurê Xezayê de ji wan efserek 4 leşkerên wê hatin kuştin.

Girêdayî wê, çavkaniyên bijîşkî da zanîn ku ji berbanga îro ve di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 115 hatin kuştin.

Çavkaniyên di beşa tendurstiyê ya li Xezayê de aşkera kir ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî Bêt Lahya ya bakurê Xezayê de ji wan 17 zarok 93 kes hatin kuştin û 40 kes din winda ne û hîna aqûbeta wan ne diyar e.

Niştecihên herêmê diyar kir ku di avahiya hatiye hedefgirtin de zêdetirî 100 koçber hebûn. Wan banga alîkariyê kir ku kesên di bin kavilan de asê mane di zûtirîn dem de werin derxistin.

Li gorî çavkaniyên bijîşkî yên Xezayê, ji 7'ê Cotmeha 2023'yan ve heta niha li Xezayê ku piraniya wan zarok û jin in 43 hezar û 61 kes hatine kuştin û 101 hezar û 223 birîndar in. Hîn jî bi hezaran di bin kavilan de mane.

(mh/fr)