Li Holê şaneyeke DAIŞ'ê hat bêbandorkirin

QSDʹê di operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyekê li kampa Holê de 2 çeteyên DAIŞʹê girtin.

Li Holê şaneyeke DAIŞ'ê hat bêbandorkirin
29 cotmeh, 2024   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) roja sêşemê li kampa Holê operasyoneke ewlekariyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê pêk anî.

Navendê diyar kir ku piştî hêzan cihê endamên şaneyê û çalakiyên wan bi cih kirin û şopandin, cihê veşartinên wan dorpêç kir û ew girtin. Hêzan terorê bi navê Xalid Mehmûd Elî yê ji bajarê Hedîse yê Enbar ê Iraqê û terorê bi navê Ebdullah Cemal Xelef ê ji bajarê Remadî yê Enbar ê Iraqê girtin.

Navendê aşkera kir ku her du çete li Iraqê tev li DAIŞ'ê bûn û ji bo sûcên terorane bikin derbasî xaka Sûriyeyê bûn, li kêlek domandina çalakiyên xwe li kampa Holê weke şêweya şaneya terorîst a veşartî, gelek sûcên terorane pêk anîn. Şaneyê hewldana revandina malbatên DAIŞʹê dikir, pere didin wan û têkiliyên wan bi derve re hebûn û li ser belavkirina fikrên tundraw çavdêrî dikir.

(mh/fr)