Îsraîl kuştina hejmarek fermandarên Hemasê li Xezayê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hejmarek ji fermandarên Tevgera Hemasê li bakurê Xezayê kuştiye.

Îsraîl kuştina hejmarek fermandarên Hemasê li Xezayê ragihand
4 hezîran, 2026   23:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku "Artêşê û Dezgeha Ewlehiya Giştî ya Îsraîlê (Shin Bet) şeva pêncşemê li bakurê Xezeyê operasyonek leşkerî pêk anîn. Di encamê de fermandarên girîng ên di dezgeha ewlehiya giştî ya Hemasê de hatin jiholêrakirin."

Di daxuyaniya artêşê de hat gotin ku "Dezgeha Ewlehiya Giştî dezgehek navendî û veşartî ye ku berpirsiyarê ewlekirina berpirsên payebilind ên Hemasê, domandina peywendiyê di navbera wan de û hevrêzkirina civînên wan e. Endamên payebilind ên dezgehê berpirsiyarê parastina fermandarên Hemasê, hêsankirina tevgera wan di navbera navendên awarte de û amadekirina raporên îstîxbaratê ne, di nav de berhevkirina agahdariyan li ser hêzên ewlehiyê, ku alîkariya serokatiya tevgerê dike ku biryaran bide û êrişan li dijî Dewleta Îsraîlê pêk bîne."

Artêşê di dewama daxuyaniyê de aşkera kir ku "di vê operasyonê de, terorîst Hesen Rebah Hesen Lebad, cîgirê serokê Dezgeha Ewlehiya Giştî hate tesfiyekirin. Ew di pêvajoya biryardanê û talîmatan de di nav dezgehê de kesayetek girîng bû."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku "Terorîst Asim Emîn Şelaş Şebîr, Ebdullah Eta Yûnis Ebû Klob û Muhemed Numan Zekî Ebû Mark hatin tesfiyekirin. Ev hersê berpirsên payebilind bûn ku di pêvajoyên biryardanê yên di nav dezgehê de rolên sereke lîstin."

Li gorî daxuyaniyê, "Endamên payebilind ên Dezgeha Ewlehiya Giştî, bi armanca rakirina gefên rasterast, hatin tesfiyekirin. Ji ber ku ew di vê dawiyê de beşdarî hewildanên ji nû ve avakirina Hemasê û alîkariya fermandariya wê di pêkanîna êrişên terorîstî li dijî Dewleta Îsraîlê û hêzên wê de bûn."

(fr)