Îsraîl derbasî xalên nû yên Sûriyeyê bû

Hêzên Îsraîlê piştî ku mayînên neteqiyayî ji nêzî sînorê Colanê rakirin û embargehên rejîma berê wêran kirin, derbasî gundewarê Quneytrayê bûn.

Îsraîl derbasî xalên nû yên Sûriyeyê bû
4 adar, 2025   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

balafirên keşfê yên artêşa Îsraîlê, hêzên Îsraîlê tev wesayîtên xwe yên leşkerî derbasî bajarokê Eyn El Nûriye yê bakurê Quneytrayê bûn.

Îro jî hêzên Îsraîlê piştî ku derbasî bajarokê Ruwêhniyê yê gundewarê Quneytrayê bû, mayînên neteqiyayî yên sînorê nêzî Colanê rakirin û di encamê de gelek teqîn rû dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji carekê zêdetir artêşa Îsraîlê derbasî hin xalan bû, ketin baregehên leşkerî yên artêşa rejîma berê û dîsa vekişiyan.

(mh)