Îsraîl: Berpirsekî Hizbullahê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Lubnanê di êrişeke hewayî de berpirsekî Hizbullahê hat kuştin.

Îsraîl: Berpirsekî Hizbullahê hat kuştin
17 mijdar, 2025   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku li gundê Mensûrî yê navçeya Sûr a li başûrê Lubnanê wesayîtek kir hedef. Artêşê da zanîn ku di êrişê de endamê Hizbullahê Mihemed Elî Şiwêx hatiye kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee dîmenê êrişa bi dronan weşand û ev agahî li ser hesabê xwe yê X’ê parve kirin: "Şiwêx nûnerê xwecih ê Hizbullahê yê gundê Mensûrî bû. Di heman demê di dosyayên leşkerî û aborî de hemahengî di navbera rêxistinê û niştecihên herêmê de çêdikir. Her wiha bi armancên terorî milkên taybet desteser dikirin."

Artêşê, çalakiyên Şiwêx bi "binpêkirina lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubnanê" de pênase kirin û daxuyand ku dê çalakiyên xwe li hemberî gefên ji başûrê Lubnanê bidomînin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku li Mensûriyê di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li dijî wesayîtekê de welatiyek hat kuştin. Wezaretê der barê nasnameya kuştî de agahî parve nekirin.

(bb)